LI RIHAYÊ MAŞÎNEYA KAR LI DÎWAR QELIBÎ: 5 KARKER BIRÎNDAR BÛN
Li Rihayê maşîneya kar, li dîwarê navbera kargeha tekstîl û febrîqeya çir çirê qelibî û gelek karker birîndar bûn.
Li gor nûçeya Ajansa Nûçeyan ya Demîrorenê bûyer, vê serê sibê li 2yemîn Herêma Organîze ya Pîşesazî ya Rihayê li kargeheke tekstîlê û febrîqeya çir çirê qewimî. Hat îdîakirin ku dema karkeran dixebitîn maşîneyeke kar bê qontrol li dîwarê kargehan diqelibe. Di encamê de dîwar hilweşîya û ji ber perçeyên ji dîwar ku pekîyan, 5 xebatkar birîndar bûn. Li devera bûyerê tedbîrên ewlehîyê hatin girtin û derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.