Karkerê ku li Rihayê li înşaeta ku lê dixebitî bi ceyranê ket û jîyana xwe ji dest da
Karkerê ku li Rihayê li înşaeta ku lê dixebitî bi ceyranê ket û jîyana xwe ji dest da
. Li gor agahîyên ku hatine bidestxistin bûyer li gundek navçeya Halîliyeyê li înşaeta betonê qewimî. Hat îdîakirin ku Mehmet Yildiz (35) ji bo ku betona qalibê di hundirê mîkserê de bişkîne ketîye nava makîneya mîkserê. Yildiz ku bi hîltîyê dest bi şkandina betonê kir û demek şûn ve ceyran pê girt. Yildiz ji alîyê kesên derdor ve rakirin nexweşxaneyê lê hat zanîn ku bi giranî birîndar bûye. Li nexweşxaneyê tevê hemû hewldanên bijîjkan jî, Yildiz jîyana xwe ji dest da. Cenazeyê Mehmet Yildiz ku hat hînbûn zewicî ye û bavê 4 zarokan e, piştê karên otopsîyê ji bo definkirinê teslîmê malbata wî kirin. Derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.