Li navçeya Akçakaleya Rihayê, di encama hilweşîna banê xanîyekî de sê kes birîndar bûn.
Li navçeya Akçakaleya Rihayê, di encama hilweşîna banê xanîyekî de sê kes birîndar bûn.
Li gor agahîyên ku hatine wergirtin li navçeya Akçakaleya Rihayê bi şev banê xanîyê malekê hilweşîya. Di encama hilweşînê sê zarokên cêwîyên hev di malê de di bin kavilan de man. Di bûyera ku qewimî de yek ji pitikan bi giran, 2yên din jî sivikî birîndar bûn. Pitika ku bi giranî birîndar bû rakirin beşa lênêrîna giran. Lêpirsîna derbarê bûyerê de berdewam dike.