Li Rihayê doh bi şev di şerê du alîyan de kesek hat kuştin.
Li Sûka Demircîyan a Siwêregê, doh bi şev ji ber sedemeke nedîyar du alîyan bi çekan êrîşî hev kirin. Di encamê de kesekî bi navê Nevzat C. yê 37 salî bi guleyan birîndar bû. Li ser agahdarkirinê, tîmên tendirustîyê hatin cîhê bûyerê. N.C yê ku rakirin nexweşxaneyê digel hemû mudaxeleyan jîyana xwe ji dest da. Derbarê bûyerê de lêpirsîn berdewam e.