Di kolandina arkeolojîk a li Pasûrê de goristana ku herî kêm 50 zarok lê hatibûn definkirin, hat dîtin.
Li navçeya Pasûrê ya Amedê, piştê ku xirbeyên dêra 1500 salî hatin dîtin, di qadeke ku wek kana kevnare tê zanîn û lêkolînkirina arkeolojîk hat kirin de goristana ku 54 zarokên navbera 0-6 salî lê hatibûn definkirin, hat derxistin.
Alîkarê Midûrê Muzeya Amedê Mûjdat Gîzlîgol dîyar kir ku wan dît ku di hin goran de zêdetirê zarokekî hatîye veşartin û wiha got: “Me hestîyên ku hatin berhevkirin bir avahîya navend a kolandinê.
Li ser temen, zayend û sedema mirina hestîyan wê lêkolînek berfireh were kirin. Goristanek ku bi tevahî aîdî zarokan e ne rewşek pir asayî ye.”