Pêşbirka bezê ya Midûriyeta Giştî ya Xizmetên Sporê ya Wezareta Ciwanî û Sporê li navçeya Pîrana Amedê hat lidarxistin.
Pêşbirka bezê ya Midûriyeta Giştî ya Xizmetên Sporê ya Wezareta Ciwanî û Sporê li navçeya Pîrana Amedê hat lidarxistin. Gelek xwendekar ji bo biserkeftî bibin yekemîn li hemberê hev ketin pêşbazîyê. Pêşbirka bezê ya ku ji alîyê Midûrîyeta Ciwanan û Sporê ya Navçeyê ve hat lidarxistin, li ser rêya Pîran-Hênê hat lidarxistin. Maratona ku gelek xwendekar beşdar bûn, li nêzî cihê çarerêya rêya Pîranê bi coşeke mezin bi dawî bû. Di dawîya pêşbirkê de xwendekarên kur ên Dibistana Navîn a Bozobayê bûn yekemîn, xwendekarên keç ên Dibistana Navîn a Arî Îmam Hatîp jî bûn yekemîn.