Ezmûna Sazîyên Xwendina Bilind (YKS) cara ewil e ku wê li navçeya Pasûrê ya Amedê were li darxistin.
Ezmûna Sazîyên Xwendina Bilind (YKS) cara ewil e ku wê li navçeya Pasûrê ya Amedê were li darxistin.
Ezmûna YKSê wê di navbera 17-18 Hezîranê de bi sê rûniştinan pêk were. Navenda Hilbijartin û Bicihkirinê ya Xwendekaran (ÖSYM) îsal cara ewil navçeya Pasûrê tevlê navendên ezmûnê kirin. Li navçeyê hemû sazîyan bi girtina tedbîrên pêwîst xebatên xwe temam kirin.
Li navçeyê wê li 5 dibistanên navçeyê derdora hezar û 200 namzed beşdarê îmtîhanê bibin. Ji bo mêvanan pansîyona Lîseya Anadoluyê ya Pîşe û Teknîkî ya Pasûrê hat amadekirin. Hat dîyarkirin ku hemû esnafên navçeyê wê ji bo xwendekarên ku wê bikevin îmtîhanê erzanîyên taybet bidin.