Li navçeya Hênê ya Amed bi hêza 4,5 pile erdhejek pêk hat.
Li gor agahîya ku ji Rasatxaneya Kandîllîyê û Enstîtuya Lêkolîna Erdhejê ya Zanîngeha Bogazîçîyê hat hildan, demjimêr 10 û 09 xulekan da erdhejeke bi lerza 4,5 pileyan pêk hat û navenda wê navçeya Hênê ya Amedê ye. Hat dîyarkirin ku erdhej 5 kîlometre di bin erdê de pêk hatîye. Erdheja ku pêk hat li navenda bajêr jî hat hîskirin û li bajarên derdorê nehatîye hîskirin.