Li navçeya Hênê ya Amedê 100 kîlo esrara toz a di torbeyên ku di nav daran de veşartibûn hat bidestxistin.
Li navçeya Hênê ya Amedê 100 kîlo esrara toz a di torbeyên ku di nav daran de veşartibûn hat bidestxistin.
Di çarçoveya lêkolînên ku ji alîyê Fermandarîya Cendirmeyên bajêr ve ji bo pêşîgirtina li hilberîn û bazirganîya tiryakê hat kirin, li ser îxbara ku madeya tiryakê li çoltera Gomeçê hatîye veşartin, tîmên cendermeyan sewqê herêmê bûn. Di lêgerîna ku li herêmê hat kirinde, cendirmeyan 100 kîlo esrara toz di nav tûrikên ku di nav daran de veşartibûn bidestxistin. Lêpirsîna derbarê bûyerê de berdewam dike.