Li Mêrsînê otobusa rêwîyan qeza kir. 9 kes jîyana xwe ji dest da, 14 jê giran 30 kes birîndar bûn.
Li ser rêya Mêrsîn-Antalyayê otobusa rêwîyan bi kêlekî qelibî û gelek kes mirin û birîndarbûn.
Otobusa rêwîyan a ku ber bi Marmarîsê ve diçû li navçeya Aydincik a Mêrsînê ewil li barîyeran xist û pişt re bi kêlekî gêr bû. Di qezaya ku pêk hat de 9 kes jîyana xwe ji dest dan û 30 kes jî birîndar bûn.
Wezîrê Tenduristîyê Fahrettîn Koca ragihand ku ji birîndaran 14 jê rewşa wan giran e.