Li Êlihê di encama qezaya ku mînîbusa rêwiyan û siwareyek li hev qelibîn gelek kes birîndar bûn.
Li Êlihê di encama qezaya ku mînîbusa rêwiyan û siwareyek li hev qelibîn gelek kes birîndar bûn.
Li herêma pîşesazî ya Rêbeja Êlih-Hesenkêfê mînîbuseke rêwiyan û siwareyek li ajokarê ku hêj navê wî nehat zanîn li hev qelibîn. Di qezayê de 7 kesên di siwareyan de bûn birîndar bûn. Kesê ku di siwareyê de asê mabû ji aliyê ekîban ve derxistin. Birîndar ji aliyê ekîbên tenduristiyê ve rakirin nexweşxaneyên bajêr. Der barê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.