Li Êlihê duh êvarê kesekî jinbirayê xwe û birazîyê xwe kuşt, hevjîna xwe jî birîndar kir û revîya.
Li Êlihê duh êvarê kesekî jinbirayê xwe û birazîyê xwe kuşt, hevjîna xwe jî birîndar kir û revîya. Li gor agahîyên ku hatine wergirtin; Ş.D’yê ku hat îdîakirin derûnîya wî ne baş bû, di saetên êvarê de li parkeke Taxa Hurrîyetê ya Êlihê, jinbirayê xwe û birazîyê xwe kuşt, hevjîna xwe birîndar kir û ji cihê bûyerê revîya. Ekîbên tenduristîyê midaxaleya ewil li birîndarê kir û rakirin nexweşxaneyê. Kesên ku jîyana xwe ji dest dane jî ji bo otopsîyê birin morgê. Ekîbên polîsan di derbarê bûyerê de lêpirsîn da destpêkirin.