Li Êlihê kesek ji alîyê birayên hevjîna xwe ya berê ve ewil rastê lêdanê hat û piştre jî bi guleya çekê hat kuştin.
Li Êlihê kesek ji alîyê birayên hevjîna xwe ya berê ve ewil rastê lêdanê hat û piştre jî bi guleya çekê hat kuştin.
Bûyer li ber nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Êlihê qewimî.
Li gor agahîyan Ş.B yê ku di heyama bi hevjîna xwe ya nû B.A re li ber Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Êlihê bû, ji alîyê birayên hevjîna wî ya berê K.A. û Î.A. rastê êrîşê hat.
Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristîyê hatin cîhê bûyerê û hat tespîtkirin ku Ş.B li cîhê bûyerê jîyana xwe ji dest da ye. Polêsên ku li cîhê bûyerê lêkolîn kirin ji bo girtina gumanbaran xebat dan dest pê kirin.