Li Sasona navçeya Êlihê 7 kesên ku ji ber berfa zêde di wesayîtê da asê mabûn bi alîkarîya gundîyan hatin xilaskirin.
Li Sasona navçeya Êlihê 7 kesên ku ji ber berfa zêde di wesayîtê da asê mabûn bi alîkarîya gundîyan hatin xilaskirin.
Barîna berfa ku danê êvarê li bilindahîyên navçeyê dest pê kir, bi şev jî bi bandoreke zêde dewam kir. Li navçeyên Sason û Hezoyê rêyên zêdeyê 30 gundan ji hatûçûnê re hate girtin.
Li gundê Komk ê navçeya Sasonê 7 welatîyên ku wesayîtên wan di berfê de asê mabûn bi alîkarîya gundîyan hatin rizgarkirin. Li navçeyê barana ku qalindîya berfê digîhîje nîv metreyê dewam dike.