LI ÊLIHÊ ÇALIK DI DERDORA BENDAVÊ DE ÇÊBÛN
Li Êlihê di derdora bendavê de çalikên firehîya wan 100 metre ye çêbûn.
Piştê erdhejên navenda Mereşê, li derdora Bendava Ilisû ya Prof. Dr. Veysel Eroglû ya ku 25 kîlometre dûrê navçeya Beşîrî ya Êlihê ye, çalikên firehîya wan 100 metre ye çêbûn. Hîndekarê Beşa Endezyarîya Jeolojîyê ya Zanîngeha Teknîkî ya Konyayê Prof. Dr. Yaşar Eren jî anî ziman ku li devera ku çalik lê çêbûne avahîyên kevnare lê hene.