Li navçeya Licê di operasyona ku hat kirin de bi sed kîloyan tiryak hat bidestxistin û 2 şikbar hatin binçavkirin.
Di daxuyanîya Walîtiya Amedê ya derbarê operasyonê da hat dîyarkirin ku operasyona ku ji alîyê Fermandarîya Cendirmeyên Bajar ve li bejahîya Gûndê Qerehasan a navçeya Licê hatibû destpêkirin bi serkeftî bi dawî bû.
Hat ragihandin ku di operasyonê de 813 kîlo esrara giyayî, 101 kîlo esrara bi toz, 7 hezar û 350 nebatên kok esrarê û çekeke bê ruxset hatîye bidestxistin.
Hat ragihandin ku di operasyonê de 2 gumanbar hatin binçavkirin û piştê ku ji esrarê nimûneya kok hat girtin, madeyên hişbir ên ku hatibûn desteserkirin li cîhê bûyerê hatin şewitandin.