Li Navçeya Licê wê cara ewil Tûrnûvaya Floor Curlîng bê lidarxistin.
Tûrnûvaya ku li navçeya Licê ya Amedê di 9'ê Adarê de bi hevkariya Nûnertîya Curling a Bajar a Amedê û Midûrîyeta Ciwan û Werzîşê ya Navçeya Licê tê lidarxistin, wê di çarçoveya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê de bê lidarxistin.
Derbarê mijarê de Nûnera Bajarê Amedê Remzîye Kilinçer daxuyanî da û wiha got: “Bi vê bernameyê em armanc dikin ku destekê bidin şêwazên jîyanê yên tendurist ên jinên xwe û eleqeya ji bo werzîşê zêde bikin.
" Tûrnûvaya ku wê di 9ê Adarê de li Salona Werzîşê ya Girtî ya Lîceyê bê lidarxistin wê saet di 10:00an de dest pê bike û tê payîn ku bi tevlêbûneke pir pêk were.