Li navçeya Licê di operasyonan de ji 100 kîlo zêdetir tiryak hat bidestxistin.
Li navçeya Licê di operasyonan de ji 100 kîlo zêdetir tiryak hat bidestxistin.
Walîtîya Amedê daxuyanî da û dîyarkir ku tîmên Fermandarîya Cendirmeyên Bajêr, li Taxa Kûmlûca û Hedika yên navçeya Licê ya Amedê li dijî kesên ku hilberandina tiryakê û bazirganîya tiryakê dikin operasyon li dar xistin. Hat ragihandin ku di çarçoveya operasyonê de li Taxa Kûmlûcayê 96 kîlo esrar û li Taxa Hedikê jî 21 kîlo esrar a bi toz hat bidestxistin.