Berdevkê Serokatîya Herêma Kurdistanê Dilşad Şehab dîyar kir ku biryar e di 18ê Mijdara 2023an de hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê wê bên lidarxistin.
Dilşad Şehab dîyar kir ku li gorî yasaya jimare 1 a sala 2005an, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî biryar da ku ji bo sala 6ê ya yasayî were hilbijartin.
Şehab wiha got: “Hemû alîyên sîyasî ji bo kar û alîkarîya pêwîst ji bo cîbicîkirina biryarê wê ligel Komîsyona Bilind a Hilbijartin û Rapirsîyê hevkarîyê bikin.”