Li Kirmanşanê di lûleya gaza xwezayî de teqînek pêk da.
Li Kirmanşanê di lûleya gaza xwezayî de teqînek pêk da. Bûyer, li bajarokê Newsûd ê navçeya Pave ya parêzgeha Kirmanşan a Rojhilatê qewimî. Li gor agahîyên ku hatine bidestxistin; di encama gaza ku ji lûleya gaza xwezayî ya avahîyekê derket, di saetên sibê de teqînek pêk hat. Ji ber bandora teqînê, avahîya bi 3 qatî hilweşîya. Hat dîyarkirin ku 8 kesên ku di encama teqînê de birîndar bûn, ji alîyê ekibên tenduristîyê ve birin nexweşxaneyê. Qeymeqamê Pave Ardeşîr Rûstemî daxuyand ku di bûyerê de dayîkek û keçek jîyana xwe ji dest dane û ji ber teqîna tund, gelek mal û siwareyên li derdorê zirar dîtine. Her wiha hat ragihandin ku elektrîka gelek taxan jî qut bûye.