Li Kayapinarê kesek hewl dida ku rê derbas bike siwareyek lê qelibî.
Li Kayapinarê kesek hewl dida ku rê derbas bike siwareyek lê qelibî.
Qeza duh êvarê li Bulvara Dîclekentê ya navçeya Kayapinara Amedê pêk hat.
Li gor agahîyên ku hatine bidestxistin D.E. ya ku xwest di rê de derbasê hêla dinê bibe, siwareyek lê qelibî û ji ber qezayê birîndar bû.
Li ser agahîya kesên derdorê tîmên tenduristîyê û polêsan sewqê cîhê bûyerê hatin kirin.
D.E. yê birîndar piştê mudaxeleya ewil a ekîbên tenduristîyê, rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl a Amedê. Polêsan derbarê qezayê de lêpirsîn da destpêkirin.