Midûrîyeta Hawirdor, Bajarvanî û Guhertina Îqlimê ya Bajarê Amedê, li Kolana Mahabad ya Taxa Mezopotamyayê ya navçeya Kayapinarê, ji bo îmarê parkek vekir lê parkê wek "Qada Sazîyê Fermî" û “Qada Bazirganîyê” guhert.

Biryar, ji alîyê Wezareta Hawirdor, Bajarvanî û Guhertina Îqlimê ve bi awayekî fermî hat pejirandin. Serokê Partîya DEVA’yê yê Amedê Parêzer Cîhan Ûlsen, li ser medyaya civakî bertek nîşanê mijarê da û wiha got; “Li Kayapinarê qadên ku wek qadên parkê hatine çêkirin lê wek sazîyên fermî û qadên bazirganî bên guhertin, gelo di berjewendîya gel de ye? Em qebûl nakin ku zevîyên herî bi qîmet ên Amedê, bi guhertina qadkirinê ji rantê re bên vekirin. Divê Midûrîyeta Hawirdor, Bajarvanî û Guhertina Îqlimê ya Bajarê Amedê vê biryarê betal bike!”