Di munasebeta "Hefteya Tenduristiya Gel" di navbera 3-9'ê Îlonê de ji alîyê Midûriyeta Tenduristiyê ya bajarê Amedê ve "Meşa Jiyana bi Tendurist" hat lidarxistin.
Di munasebeta "Hefteya Tenduristiya Gel" di navbera 3-9'ê Îlonê de ji alîyê Midûriyeta Tenduristiyê ya bajarê Amedê ve "Meşa Jiyana bi Tendurist" hat lidarxistin.
Di çarçoveya çalakiyê de Midûriyeta Tenduristiyê ya Navçeya Kayapinarê li Parka 75ê û Midûriyeta Tenduristiyê ya Navçeya Sûrê jî, ji bo welatiyan li kampusa Mizgefta Hz. Suleyman di “Kolanê Tenduristîyê” de standên agahdarkirinê hatin vekirin.
Maşîneya mamografiyê ya gerok KETEM wê lihewşa Nexweşxaneya Dewletê ya Çêrmûgê bi cih bibe û tevahiya hefteyê wê di xizmeta hemwelatiyan de be.
Di nava hefteyê de jî konê tenduristiyê yê ÛMKEyê wê li Kolana Tenduristiyê ya Parka 75'ê bê danîn. Li gel AFAD'ê wê çalakiyên têkildarê felaketên xwezayî û xizmetên tenduristiyê bên organîzekirin.