Li ser avahîya teşkîlata HDPê ya navçeya Kanîreşa Çewlîgê, bi çekan êrîş hat kirin.
Hat dîyarkirin ku do saet derdora 02:00ye nîvê şevê de, bi çekan du teqin li dijî avahîya HDPe hat kirin û guleyên çekan îsabetê hundurê avahîya rêxistinê ya navçeyê kir. Hat dîyarkirin ku Tanjû Bîngol ê ku êrîş kiribû hat binçav kirin. Hevserokê teşkîlata navçeyê yê HDPê Yilmaz Bulbul, derbarê mijarê de axivî û dîyar kir ku di nîvê şeve de êrîşa çekdarî li ser avahîya partîya wan a navçeyê hatîye kirin û du guleyên çekan îsabetê hundurê avahîyê kirî ye. Di berdewama axaftina xwe de Bulbul, vê êrîşê şermezar kir û destnîşan kir ku wê di derbarê bûyerê de gilîyê sûcê bikin.