Li Hollandayê cara ewil serokê şaredarîyê ya Tirkîyeyî hat hilbijartin.
Hûrî Şahîn a 47 salî ku bi eslê xwe ji Edeneyê ye û li bajarê Devıntır ê Hollandayê ji dayik bûye, wek şaredarê bajarê Rijswijkê hat tayînkirin. Şahîn, di merasima ku li Şaredarîya Rijvikê hat lidarxistin de sond xwar û bi awayekî fermî dest bi kar kir. Li Hollandayê ji bo serokê şaredarîyê, piştê serlêdana kar û hinek proseduran ji alîyê Qral ve tê hilbijartin.