Li navçeya Hezoyê siwareyek qelibî, di encamê de kesek jîyana xwe ji dest da û gelek kes jî birîndar bûn.
Li navçeya Hezoyê siwareyek qelibî, di encamê de kesek jîyana xwe ji dest da û gelek kes jî birîndar bûn.
Li gor îddîayan, di qezaya ku danê sibê li gundê Samanyolu yê ser rêya Êlih-Hezoyê pêk hat de, siwareya ku ji bo li bizina ji nişkave derket ser rê ne qelibîn e kontrola xwe winda kir û qelibî.
Di qezaya 9 kesên di siwareyê de bûn birîndar bûn. Ji birîndaran kesê ku rewşa wî giran bû, digel hemû mudaxeleyan jîyana xwe ji dest da. Derbarê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin.