Li navçeya Hezexê ya Şirnexê kesek malbata xwe bi çekê kuşt û teslîmê polîsan bû.
Li navçeya Hezexê ya Şirnexê kesek malbata xwe bi çekê kuşt û teslîmê polîsan bû.
Li taxa Yenî Mahalleyê ya navçeya Hezexê ya Şirnexê duh piştî nîvê şevê ev bûyer çêbû. Faîl Hasan Karaaslan (40), hevjîna xwe Leyla û her sê keçên xwe Derya (17), Melek (16) û Şerîfeyê (13) dema ew di xew de bûn bi tifinga pompe kuşt. Hasan Karaaslan piştê bûyerê bi çeka xwe çû cem polîsê û sûcê xwe aşkere kir. Hasan Karaaslan ji alîyê polîsan ve hate binçavkirin û ekîbên tendirustîyê ji bo otopsîyê cenazeyên 4 kesan birin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê. Hat dîyarkirin ku derbarê bûyerê de lêpirsîn didome.