Li Hataya ku di erdhêjên navenda Mereşê de herî zêde wêranî pêk hat, li sindoqên ku di konteyniran de hatibûn danîn, dengdayînê dest pê kir.
Li Hataya ku di erdhêjên navenda Mereşê de herî zêde wêranî pêk hat, li sindoqên ku di konteyniran de hatibûn danîn, dengdayînê dest pê kir.
Li bajêr zêdeyê mîlyonek hilbijêr hene. Di sindoqên ku di 21 konteynirên ku li baxçeyê Dibistana Seretayî ya Kemal Akbayê ya navçeya Antakyayê hatine danîn de li dû hev rêz çêbûn.
Li tevahîya bajêr di konteynirên ku li baxçeyên dibistanên wêranbûyî û zirar dîtine de, xebatên dengdanê dewam dike.