Li Hênê agirê ku bi daristanê ketibû, piştê 25 demjimêran hat kontrol kirin.
Li Hênê agirê ku bi daristanê ketibû, piştê 25 demjimêran hat kontrol kirin.
Li derdora Çîyayê Pîrazîz yê dikeve navbera gundên Nêribê Axan û Nirib Şeynan yên bi ser navçeya Hênê ya Amedê ve, do serê sibehê şewat derketibû.
Piştê 25 demjimêran îro berdestê sibehê agir hat vemirandin. Şewata ku bi bandora bayê re li derdorê belav bû, xesar da 12 hektar qada derdorê.