Wezîra Malbat û Xizmetên Civakî Derya Yanîk, derbarê zarokên 'bêkes' ên di erdheja navenda Mereşê de mexdûr bûne de daxuyanî da.
Wezîra Malbat û Xizmetên Civakî Derya Yanîk, derbarê zarokên 'bêkes' ên di erdheja navenda Mereşê de mexdûr bûne de daxuyanî da.
Wezîr Yanîk diyar kir ku zarokên hewcedarê lênêrînê ne, anîne saziyên xwe û wiha got, "Ji hezar û 915 zarokên me, heta niha hezar û 783 zarok teslîmê malbatên wan hatine kirin. Hejmara zarokên li nexweşxaneyê hatine şopandin 47 e. Hejmara zarokên ku di dema dermankirina wan de li nexweşxaneyê mirine mixabin 7 e. 78 zarokên me di bin çavdêriya saziyê de ne, lê hêj nasnameya 23 zarokan nehatiye tespîtkirin. Ji xeynî van zarokan, dixwazim agahî parve bikim ku 472 zarokên me jî yên ku malbatên wan lê digerîyan, jiyana xwe ji dest dane.”