Wezareta Xezîne û Darayîyê, li dijî firoşkarên xanîyan lêkolîn dan dest pêkirin.
Xebatên lêkolîn û pirsgirêkên hatine ragihandin yek bi yek hatin nirxandin. Di encama kesên dahata kirê bi dest dixin û emlak û xanîfiroşîyê de 55 hezar mûameleyên bi rîsk hatin tespît kirin. Hat ragihandin kesên ku nirxê rast ê xanîyan eşkere nekirine û heqê tapoyê kêm dane û zirar dane xezîneyê hatine tesbîtkirin. Di qonaxa ewil de 80 hezar kes di pergala RADARa Wezaretê de hatine tespît kirin. Her wiha berpirsyarîya bacê ya wan kesan ji nêve hatîye vekolîn kirin.