Di erdheja bi lerza 7an ya ku li Fasê pêk hat de bi sedan kesan jiyana xwe ji dest dan. Enstîtuya Jeofîzîkê ya Neteweyî ya welatê Afrîkaya Bakur ya Fasê ragihand ku li welat bi lerza 7an erdhejek pêk hat.

Enstîtuyê diyar kir ku navenda erdhêja ku 8 kîlometre di bin erdê de pêk hat, herêma El-Huz a Marakeşê ya li bakurê welat e.
Di daxuyaniya Wezareta Karên Navxweyî ya Fasê de hat ragihandin ku di erdheja ku li gelek bajarên welêt hat hîskirin de li gor tesbîtên ewil 632 kes mirin û bi sedan kes jî birîndar bûn in.