Li Amedê siwareya ku ji kontrolê derket qelibî. Di encamê de 3 kes birîndar bûn.
Li Amedê siwareya ku ji kontrolê derket qelibî. Di encamê de 3 kes birîndar bûn.
Qeza li kolana Amedê ya navçeya Farqînê pêk hat. Li gor agahîyan siwareya ku ji kontrolê derket û li siwareyeke din qelibî.
Di encamê de zarokek jî di nav de bi tevahî 3 kes bi sivikî birîndar bûn. Birîndar bi alîkarîya welatîyan ji wesayîtê hatin derxistin.
Hat hînbûn ku rewşa birîndarên ku sewqî nexweşxaneyê hatin kirin baş e. Der barê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin.