Şaredarîya Bajarê Amedê, li Farqînê di çarçoveya Projeya Birêvebirina Bermayîyên Hişk (EKAY) de çêkirina îstasyona veguhestina bermahîyan temam kir.
Şaredarîya Bajarê Amedê, li Farqînê di çarçoveya Projeya Birêvebirina Bermayîyên Hişk (EKAY) de çêkirina îstasyona veguhestina bermahîyan temam kir.
,Midûrîyeta Parastin û Kontrola Jîngehê ku berîya niha îstasyona guhestina bermahîyên hişk ên Erxenîyê temam kiribû, li Bismilê jî, ji bo avakirina îstasyona bermayîyan xebatên xwe didomînin. Bermahîyên hişk ên navçeyên din jî, wê ji van her sê navçeyan re bên neqil kirin û li hemû navçeyên Amedê wê dawî li depokirina çolê bê anîn. Bi aktîfkirina îstasyonên veguheztinê re, tê armanckirin ku enerjîya ku ji gaza metanê tê bidestxistin bi 24 saetan bermahîyên ku ber bi tesîsa EKAYê ya Karacadagê ve têne veguhestin zêde bikin.