Li Navçeya Erxenî ya Amedê, di qezaya trafîkê de kesek birîndar bû.
Li Navçeya Erxenî ya Amedê, di qezaya trafîkê de kesek birîndar bû. Qeza, li Xaçerêya Taxa Ednan Menderesê pêk hat û yek ji ajokaran birîndar bû. Siwareyê ku ji ber lêdanê derket li ser refûje, ajokar H.A. sax filitî û ajokarê wesayîtê D.Y. jî birîndar bû. Ekîbên tenduristîyê piştê alîkarîya ewil kesê birîndar rakirin nexweşxaneyê. Di derbarê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin.