NÛÇEYÊN KURDÎ

LI ELEZÎZÊ DI NAVBERA 2 KOMAN DE PEVÇÛN: 2 KUŞTÎ, BIRÎNDAREK

Li bajarê Elazîzê di navbera 2 koman de pev çûn derket kuştî birîndar hene.

LI ELEZÎZÊ DI NAVBERA 2 KOMAN DE PEVÇÛN: 2 KUŞTÎ, BIRÎNDAREK

Li bajarê Elazîzê di navbera 2 koman de pev çûn derket kuştî birîndar hene.

Li Taxa Dogukentê ya Elezîzê 2 grûp li ber kargehekê bi çekan pev çûn.

Di pevçûnê de kesek li cihê bûyerê hat kuştin û 2 kes jî bi giranî birîndar bûn. Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristîyê çûn cihê bûyerê.

Dema tîmên tendirustîyê gihîştin cihê bûyerê hîn pevçûn berdewam bû û birîndarek xist ambûlansê.

Herwiha gumanbarekî ku navê wî nehat zanîn di dema midaxaleya tîmên tenduristîyê de guleyeke din li birîndarekî da û wî jî li cihê bûyerê canê xwe ji dest da.

Tîmên tenduristîyê birîndarê din bir nexweşxanyê.

Hêzên ewlehîyê derbarê bûyerê de lêkolîn da destpêkirin û 3 gumanbar hatin desteserkirin.

 

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.