Li Eglê di qezaya ku çend siware li hev qelibîn de kesek mir û gelek kes jî birîndar bûn. Qeza li ser rêya Amed-Eglê, li herêma Taxa Derê pêk hat.
Li Eglê di qezaya ku çend siware li hev qelibîn de kesek mir û gelek kes jî birîndar bûn. Qeza li ser rêya Amed-Eglê, li herêma Taxa Derê pêk hat.
Di qezayê de TIRa ku Serkan Oruç diajot, traktora ku Abdurrahim Laçin diajot û siwareya ku Mehmet Selîm Polat diajot, li hev qelibîn. Li ser agahdarkirinê ekîbên tenduristîyê û cendirmeyan sewqê cîhê bûyerê hatin kirin.
Di qezayê de ajokarê traktorê Abdurrahîm Laçîn jiyana xwe ji dest da. Ajokarê TIRê Oruç, ajokarê siwareyê Polat û hevjîna wî Fatma û zarokên wan Yagmur, Zehra û Berat Polat birîndar bûn. Kesên birîndar bûn rakirin nexweşxaneyên li bajêr.
Derbarê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin.