Di erdhêja ku bi şev li eyaleta Paktîka ya Efganîstanê pêk hat de, hejmara mirîyan zêde bûn.
Di erdhêja ku bi şev li eyaleta Paktîka ya Efganîstanê pêk hat de, hejmara mirîyan zêde bûn. Li gor daneyên dawî, di erdhêja bi lerza 5,9an a ku li ser sînorê Efganîstan û Pakîstanê pêk hat de, hejmara mirîyan 920 bû. Hat dîyarkirin ku hejmara birîndarên erdhêjê hezar û 500 e. Di daxuyanîyên rayedarên Efganîstanê de bi metirsî hat dîyarkirin ku di saetên pêş de hejmara mirî û birîndaran dibe ku zêde bibin.