Hat diyarkirin ku li Edeneyê di qezaya trafîkê ya ku 9 wesayît tê de li hevqelibîn de, gelek kesan tê de jiyana xwe ji dest da û gelek kes jî birîndar bûn.
Hat diyarkirin ku li Edeneyê di qezaya trafîkê ya ku 9 wesayît tê de li hevqelibîn de, gelek kesan tê de jiyana xwe ji dest da û gelek kes jî birîndar bûn.
Qeza li ser Şahrêya Edene-Pozantiyê pêk hat. Li gor agahîyan ji ber ku agir bi TIRê ket, tîmên agirtefê sewqê herêmê bûn û di heyama mudaxeleya agirtefê de gelek siware li hev qelibîn.
Di encama qezayê de 7 kesan jiyana xwe ji dest dan û 7 kes jî birîndar bûn. Kesên birîndar bi ambûlansan rakirin nexweşxaneyên derdorê û derbarê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin.