LI DUHOKÊ JI BER GAZÊ TEQÎN ÇÊBÛ: 5 MIRÎ, 33 BIRÎNDAR
Di teqîna ku li bajarê Dihokê yê Herêma Kurdistana Federal ku di avahiyekê de rû da, 5 welatiyan jiyana xwe ji dest dan û 33 kes jî birîndar bûn.
Di teqîna ku li bajarê Dihokê yê Herêma Kurdistana Federal ku di avahiyekê de rû da, 5 welatiyan jiyana xwe ji dest dan û 33 kes jî birîndar bûn. Walîyê Duhokê Elî Teter di derbarê teqînê de got, di bûyerê de 4 şehîd û 33 birîndarên me hene. Lê belê paşê hat parvekirin ku hejmara miriyan derketîye 5 kesan. Ji aliyeke din ve roja 17ê Mijdarê jî teqînek bi heman rengî li Taxa Kazive ya Silêmaniyê di malekê de pêk hatibû. Di teqînê de 15 kes miribûn û 12 kes jî birîndar bûbûn.