Fona Alîkarîya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) û Rêxistina Xurek û Çandinîyê ya Neteweyên Yekbûyî (FAO) û 3 sazîyên girêdayî Neteweyên Yekbûyî daxuyanîyeke hevpar dan.
Fona Alîkarîya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) û Rêxistina Xurek û Çandinîyê ya Neteweyên Yekbûyî (FAO) û 3 sazîyên girêdayî Neteweyên Yekbûyî daxuyanîyeke hevpar dan.
Li gorî daneyên Neteweyên Yekbûyî, li seranserê cîhanê nêzî 30 mîlyon zarok, di bin xetera mirinê de dijîn. Di daxuyanîya hevpar de hat gotin ku hemû zarokên ku ji ber birçîbûnê di bin metirsîya jîyanê de ne, di serî de Afganîstan û Nîjer û li welatên cîhanê yên herî zêde krîza aborî û xurekê ya cîhanê dijîn diqewim e. Rêxistinan bang li civaka navneteweyî kir ku "çalakîyek bibiryar û bilez bigire da ku ev krîz ji bo zarokên ku li seranserê cîhanê di xetereya herî mezin de ne nebe trajedîyeke mezin."