Li Tirkiyeyê her ku diçe gefên li ser rojnamevanan zêde dibin. Bekîr Guneş ê beriya hilbijartinên 14'ê Gulanê, derbarê gefxwarinê de serlêdana sûc kir, diyar kir ku li hemberê sûcdaran tu gav nehatine avêtin û got ku ew nikarin erka xwe pêk bînin û gefên li wan tê xwarin berdewam dikin.

Guneş ê ku derbarê nelirêtî û hîleyên di pêvajoya hilbijartinê de nûçe çêkir, wiha got, "Gelek caran bi hesabên Sedat-Jîtem gef li min xwarin."
Guneş derbarê van tehdîdên ku bi salan e berdewam dikin de daxuyanî da û got, "Berê jî li Kerborana Mêrdînê di dema nûçeyê de êrîş li min hat kirin.
Li ser medyaya civakî û di dema şopandina nûçeyan de gefan li min dixwin.
Ez van tehdîdan bi raya giştî re parve dikim. Ez ê herim careke din serlêdana sûc bikim. Lê ez bawer nakim ku encamek derkeve.