Şaredarîya Bajarê Amedê, li dijî nexweşîya şapeyê, borseya ajalên zindî dezenfekte kir.
Şaredarîya Bajarê Amedê, li dijî nexweşîya şapeyê, borseya ajalên zindî dezenfekte kir.
Şaredarîya Bajarê Amedê, bi biryara Wezareta Çandinî û Daristanê, bazara heywanan li dijî nexweşîya şapeyê ji bo demekê girtibûn. Ekîbên Dezgeha Pêşvebirina Çavkanîyan û Piştevanîyê, ji bo rê li ber belavbûna nexweşîyê bigirin, gubre rakirin û bi derman xebatên paqijîyê birêve birin. Ekîbên ku bazara heywanan bi ava dezenfektekirî şuştin, piştê paqijîyê derman kirin. Şaredarîya Bajarê Amedê, ji bo pêşî li belavbûna nexweşîyê bigrin, wê xebatên xwe yên dermankirinê di rojên dîyarkirî de berdewam bikin.