Li paytexta Fransa Parîsê li dijî Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya êrişeke çekdarî pêk hat û di êrişê de 3 kes hatin qetilkirin û gelek kes jî birîndar bûn.
Li paytexta Fransa Parîsê li dijî Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya êrişeke çekdarî pêk hat û di êrişê de 3 kes hatin qetilkirin û gelek kes jî birîndar bûn.
Hat ragihandin ku êrîşkar li heman kolanê, êrîşî xwaringeha kurdî ya li ber komeleyê û dikaneke bereberîyê jî kirîye. Li gor şahidan hat dîyarkirin li ser kolanêku Navenda Çandê ya Ahmet Kaya lê ye kesek bi siwareyê li wê derê hatîye danîn û wî kesê han li bi çekê li gule li navenda çandê ya Ahmet Kaya reşandîye. Li gorî AFP'ê, çavkanîyeke polîsan ragihand ku êrişkar hatîye girtin, yekî temenê wî derdora 60 -70 salî ye. Şahidekî jî dîyar kir ku 7 heta 8 caran gule li Navendê hatîye reşandin.