Bertekên AKP'ê yên li ser gotara kovara The Economist a Îngilîstanê ya derbarê hilbijartinên 14'ê Gulanê de her ku diçe zêde dibe.
Bertekên AKP'ê yên li ser gotara kovara The Economist a Îngilîstanê ya derbarê hilbijartinên 14'ê Gulanê de her ku diçe zêde dibe.
Li ser rûpela ewil a kovarê ya hejmara vê hefteyê, ala Tirk a bi navê "Erdogan biçe", "Demokrasîyê rizgar bike" û "Deng bide!" hate weşandin.
Di edîtorîya kovarê de bal hate kişandin ku windakirina Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan a di hilbijartinê de, wê hêvîyê bide demokratên cîhanê û wê nîşan bide ku dîktator jî be çûna wan ya bi hilbijartinê mumkûn e.
Serokomar Erdogan di daxuyanîya ku da de derbarê mijarê de wiha got: "Em ê destûrê nedin ku sîyaseta me ya navxweyî bi bergê kovarên ku amûra operasyonê ya hêzên cîhanî ne bi rê ve bibe."