Di operasyona ku li seranserê Tirkîyeyê li dijî hilberîn û bazirganîya alkolên sexte û qaçax hat kirin de bi dehan ton alkola qaçax û sexte hat bidestxistin.
Bi boneya nêzîkbûna sersalê û zêdebûna bûyerên alkolên sexte û qaçax, li 81 bajaran operasyonên hemwext ên "Çengel-4" hatin lidarxistin.
Wezîrê Karên Navxweyî Alî Yerlîkaya di parvekirina agahîyên derbarê operasyonan da dîyar kir ku bi qasê 25 hezar û 603 lître alkola qaçax hat bidestxistin, derbarê 189 kes de tedbîrên hiqûqî hatin girtin û 25 milyon lire zirara bacê jî ji holê hat rakirin.