Li nûnertîyên derveyê welat û li derîyên gumrikê, dengdana tûra duyem a hilbijartinên serokomarîyê ku wê di 28ê Gulanê roja Yekşemê de were lidarxistin, îro dest pê kir.
Li nûnertîyên derveyê welat û li derîyên gumrikê, dengdana tûra duyem a hilbijartinên serokomarîyê ku wê di 28ê Gulanê roja Yekşemê de were lidarxistin, îro dest pê kir.
Lijneya Bilind a Hilbijartinê (YSK) ji bo hilbijartinên 28ê Gulanê li 151 nûnertîyên Tirkîyeyê yên li 73 welatan, li 167 nuqteyan sindoq danîn e.
Pêvajoya dengdayînê ya ku li nûnertîyên derveyê welat de dest pê kir, wê heta 24ê Gulanê berdewam bike. Kesên ku li derveyê nûnertîyan e, wê 28ê Gulanê heta saet 17.00an li derîyê gumrukê dengê xwe bidin.