Li Denîzlîyê di kana kromê ya ku hilweşîya de 2 kedkar jîyana xwe ji dest dan.
Li navçeya Acipayam a Denîzlîyê hezar û 100 metre dûrê kana kromê ya ku kar dike hilweşîya.
Endezyarê madenê Kadîr Ozer û karker Rifat Salman û Mustafa Karahan di bin xirbeyan de man.
Ji karkeran Rîfat Salman 4 saet şûnde bi saxî ji binê xirbeyan hat derxistin. Di encama rizgarkirinê de cenazeyên endezyar Kadîr Ozer û karkerê madenê Mustafa Karahan ji kana hilweşîyayî derxistin.