Di şerê ku li navçeya Kirikhan a Hatayê di dawetekê de derket de kesekî jiyana xwe ji dest da û 2 kes jî birîndar bûn.
Di şerê ku li navçeya Kirikhan a Hatayê di dawetekê de derket de kesekî jiyana xwe ji dest da û 2 kes jî birîndar bûn.
Li gor agahîyên ku hatine bidestxistin di daweteke li navçeyê de, der barê govend girtinê de nîqaş derket.
H.D.yê 17 salî ku hat îdiakirin di dema nîqaşê de ji teref gelek kesan ve hat derbkirin, bi çeka ku ji mala xwe anî avêtin ser dawetê û gule reşandin.
Di encamê de Sedat Hidden ku gule îsabetê wî kiribû li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da, E.Ş. û D.D. jî birîndar bûn. Birîndar ji bo dermankirinê rakirin nexweşxaneyê. Derbarê bûyerê de H.D. yê bi çekan li dawetê reşand, hat binçavkirin.