Li Dêrsimê barîna berfê ya ku Meteorolojîyê hişyarî dabû, ji saetên serê sibê ve dest pê kir.
Li Dêrsimê barîna berfê ya ku Meteorolojîyê hişyarî dabû, ji saetên serê sibê ve dest pê kir.
Li navenda bajarê Dêrsimê barîna berfê dest pê kir û qalindîya berfê gihîşt 10 santîmetreyan. Li ser rêya Dêrsim - Pilemûrîye -Erzînganê û Dêrsim - Elezîzê de ji ber barîna berfê di hatûçûnê de car caran astengî derket û ekîbên rêyan ji bo paqijkirina rêyan dest bi xebatê kirin.